Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêjeya Bêkarî li Amerîka Meha Borî jî Nizimtir Bû


Ekonomîya Amerîka di meha Hezîranê de 223,000 karên nû zêde kir û rêjeya bêkarîyê bi berdewamî hate xwarê û bû % 5.3

Raporta Wezareta Kar ya îro Pêncşemê nîşan dide ku rêjeya bêkarîyê ji sala 2008'an vir de di asta herî nizim de ye.

Raport herwiha dide zanîn ku karên nû di sektorên wek karsazî, saxlemî û firoşgehî de zêde bûne.

Di meha borî de jî, di sektorên wek madenkarî û endustrîya petrolê de hejmara karên heyî kete xwarê.

Hejmara giştî ya Amerîkîyên bêkar meha çûyî de 375,000 kêmtirbû û bû 8.3 mîlyon.

Qesra Spî dibêje, ekonomîya Amerîka di nav sala borî de 2.9 mîlyon û di nav pênc salên çûyî de jî 12.8 mîlyon karên nû qezenc kirin.

XS
SM
MD
LG