Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNHCR Hişyarî Dide ku 3000 Penaberên Nû di Rojên Were de Bigehijin Makedonya


Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Sêşemê radigihîne ku ew çaverê ye 3,000 penaberên nû, di çend rojên were de, ji Yunanistanê derbazî Makedonya bibin.

UNHCR banga reftarên mirovane jibo wan penaberan kir û got, heta ku şertên li Sûrîye û Îraqê baştir nebin, ew rewşa heyî li Ewrupa jî naguhere.

UNHCR bal kişand ku ew demûdest hewceyî 7.5 mîlyar dolar e ku bikaribe alîkarîya penaberên Sûrî bike, lê heta niha tene 30 ji sedê sozên hatine dayîn, bi cîh hatine.

Rêxistina Navnetewî ya Koçberî (International Organization for Migration/IOM) dibêje, îsal pirtir jî 250,000 koçber bi rêka deryayê giheştine Ewrupa û piranîya wan ji ser Îtalya û Yunanistanê.

IOM dide zanîn ku 2,400 kes, de wê rêwîtîyê de jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG