În, 01 Meha Heşt, 2014 Demê Xwecihî 22:45

Rojhilata Navîn

Li Urdunê Xwepêşandanên Dijî Hikûmetê Didomin

x
Jimareke Îslamî û bizavkaran li Urdunê, dijî bilindbûna nirxa şewitê, banga xwepêşandina bo roja sisêyan li welêt dikin.

Du roj ji protestoyên tund bûne gefe ku qiralgeha hevalbenda Amerîka têkeve nav pêleke alozîyan.

Abdullah Obeidat, serekê Yekîtîya Endazyaran, ku bi piranî Îslamî û çepgir in, dibêje ku protesto dê piştî nimêja nîvro li Amman a paytaxt û seranser Urdunê pêk bên.

Banga xwepêşandinê li vê demê hat ku Misilman Serê Sala Îslamî îro Pêncşemê pîroz dikin.

Biryara hikûmetê jibo bilindkirina nirxa şewitê, waxtekî zûtir yê vê hefteyê protestoyên tund li Urdunê encam da, ku ji demê destpêbûna Bihara Ereb berî du salan li wî welatî nehatine dîtin.

Hatibû ragihandin ku di xwepêşandanên roja Çarşemê de yek kes hatibû kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûn ku di nav wan de 13 serbazên polîsan jî  hebûn.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
01.08.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.