Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dijî Konsulxaneya Amerîka ya Stenbolê Êrîşeke Terorê Hat Kirin


Konsulxaneya Amerîka li Stenbolê
Konsulxaneya Amerîka li Stenbolê

Konsulxaneya Amerîka ya li Stenbolê îro danê sibehê rastî êrîşeke terorîstî hat ku piştî vê êrîşê jineke êrîşkar di encama pevçûnan de bi birîndarî hate desteser kirin.

Karbdestan ragihand îro Duşemê sibehê 2 kesên çekdar êrîşî noqteya polîsên pêş konsulxaneyê kirin û her du êrîşbir piştî bersîvdana polîsan revîyan.

Li gor karbidestên emnîyeta Stenbolê yek ji wan êrîşvanan, jineke bi navê Hatîce Aşik a 51 salî, li nav kuçeyan bi birîndarî hatiye desteser kirin.

Aşik berê jî di operasyoneke ser rêxistina DHKP-C de hatiye girtin û herwiha wek êrîşkara xwekujî jî polîsan li wê digeriya.

Nivîskar Alî Fikrî Işık êrîşa ser konsulxaneya Amerîka watedar dibîne û wiha şîrove dike:

“Di vê demê de ku şer di navbera PKK û dewleta Tirkiyê de destpê kiriye, bi van êrîşan hinek dixwazin têkîlîyên Kurdan û Amerîkayê xirab bikin.”

Işik di vê rewşa aloz a Tirkiyê de pêwîstiya agirbestekê di navbera PKK û dewletê de tîne ziman û dibêje, bi wî awayî pêşî li êrîşên derveyî kontrolê dikarin bêne girtin.

ST_8_10_15_Konsulxane
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:54 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG