Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Hejmara Krîstîyan Kêmtir, yên Ne Oldar jî Pirtir Dibin


Pirsnameyeke nû ya olî nîşan dide ku hejmara Amerîkîyên Krîstîyan di nav nifûsa Amerîka de hindiktir dibe, lê kesên ku xwe bi nêzîkî ti oleke rêxistinkirî nabînin jî pirtir dibin.

Navenda Lêkolîna Pew (Pew Research Center) di raporta xwe ya "America's Changing Religious Landscape" de dîyar dike ku Amerîka hîn jî welatê herî Krîstîyan yê cîhanê ye.

Lêkolîna Pew nîşan dide ku 173 mîlyon Amerîkî xwe wek Mesihî qebûl dikin û ew hejmar di lêkolîna sala 2007'an 178 mîlyon kes bû.

Di berhevdana her du lêkolînan de derdikeve holê ku kesên ku xwe wek ateîst û agnostîk dibînin pirtir bûne û hejmara wan ji 16 ji sedê giheştiye 23 ji sedê.

Di nav Krîstîyanên Amerîka de kembûna herî pir di nav Katolîkên Roman pêk hatiye û 54 mîlyon endamên wan sala çûyî bûye 51 mîlyon bawermendan.

Dîsa, hejmara Protestanan jî kêmtir bûye û rêjeya wê ji 51 ji sedê ketiye 46 ji sedê.

XS
SM
MD
LG