Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Taybet Yên Amerîkî Nêzîk Diçin Bakurê Sûriyê


Berpirsekî Amerîkî dibêje hêzên taybet yên Amerîkî nêzîk diçin bakurê Sûriyê di çarçoweya erka xwe de bo alîkariya şervanên xwecihî û hewlên koalisyona bi serkirdayetiya Amerîka di şerê dijî Daiş de.

Brett McGurk, Alîkarê cîgirê wezîrê derve doh yekşemê di kanalê CBS TV de got "hêzên Amerîka dê biçin Sûriyê, lê Amerîka dê dema çûna van hêzan nede eşkerekirin.

McGurk got, Amerîka li dij DAIŞê, di şer de ye, pêwîste hemû civaka navnetewî tevlî vî şerî bibe.

Li aliyê din, çalakvanên opozisyona Sûrî dibêjin hêzên rêjîmê bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsî hin navçe li parêzgeha Homs control kirine ku, di bin destê Daiş de bûn.

Çavdêriya mafê mirov ku bingeh wê li London ê ye, dibêje hêzên alîgirên hikûmetê doh yekşemê gundê Mihîn û derdora bajarokê Hawarîn control kirin.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên Sûrî bi dehan gund li bakur û rojavayê navenda Sûriyê control kirine, ji dema destpêkirina êrîşên esmanî yên Rûsî heya niha.

XS
SM
MD
LG