Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ewrupa û Amerîka Salvegera 70'an ya “Roja Serkeftinê li Ewrupa" Bîr Tînin


Ewrupa û Amerîka salvegera 70'an ya “Roja Serkeftinê li Ewrupa (VE Day)” roja ku hêzên Nazîyan 1945'an de çekên xwe berdan û dawî li Şerê Cîhanê yê Duyê li wê parzemînê hatibû, bi bîr tînin.

Serok Obama di gotara xwe ya heftane de ew kesên ku di wî çerî de xizmet kirine bi bîr anî û got, bi saya wê nifşê cîhanê rizgar bû.

Serok Obama daxwaz ji Amerîkîyan kir ku jibo bîranîna wan kesên ku canê xwe dane, xwedî li azadîyê derkevin.

Serokê Fransî Francois Hollande jî di merasîmên Parîsê de “Roja Serkeftinê li Ewrupa” wek serkeftineke dîrokî li dijî îdeolojîyeke zordar nav kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry jî li ser navê Amerîka tev li pîrozbahîyên li Parîsê bû.

Bi hilkeftina vê rojê, firokên curbicur yên serdema Şerê Cîhanê yê Duy, jibo rêzgirtina leşkerên derînê li ser esmanên paytaxt Washingtonê firîyan

XS
SM
MD
LG