Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye 3 Rojnamevanên Girtî yên Vice News Vediguhêzîne Girtîgeha Bajarekî Din


VICE News dibêje, sê rojnamevanên wê ku do ji alîyê Tirkîyê ve, bi sedemên bê bingeh hatibûn girtin, îro ji girtîhegeke bajarê Edenê re hatin veguhestin.

Serokê Beşê Programên li Ewrupa ya Vice Newsê Kevin Sutcliffe ew biryara hikûmeta Tirkîyê bi tundî şermezar kir wek gave astengkirina darizandina rêwa nirxand.

“Girtîgeha Edenê, zindaneke Tîpa F ya pir parastî ye û pênc demjimêr ji Dîyarbekirê dûr e ku hem dadgeh, hem jî parêzerê rojnamevanên girtî li wî bajarî ne,” Sutcliffe got.

Sutcliffe bang li hikûmeta Tirkîyê kir ku îdiayên bê bingeh û yên hember rojnamevanên wan pûç bike û bi lez û bezî hevkarên wan azad bike.

Rojnamevan Jake Hanrahan, kameravan Philip Pendlebury û wegerê wan Mohammed Ismael Rasool jibo bûyerên Bakurê Kurdistanê bişopînin çûbûn Amedê û 27’ê mehê li ser gilîya bi telefonê ji alîyê hêzên ewlekariyê ve hatibûn girtin.

XS
SM
MD
LG