Ajansa AP radigihîne ku 2 rojnamevanên Britanî yên Vice News ku li Tirkîyê girtî bûn, berî demeke kin hatin berdan.
Karbidestê ku navxwest navel wî dîyar be got, Jake Hanrahan û Philip Pendlebury, piştî ku lêpirsîna wan bi dawî hat, hatin azad kirin.ç
AP radigihîne ku wergerê wan, Mohammed Ismael Rasool ê Kurdê Îraqê nehatiye berdan û lêpirsîna wî hîn jî didome.
Hanrahan û Pendlebury, dema wan li taxa Baxlarê, pevçûnên navbera hêzên Tirk û mîlîtanên Kurd dişopandin, hatibûn desteser kirin.
Hêjayî balkişandinê ye, Vice News xwe wek rêxistineke navnetewî ya nûçeyan nav dike û bala xwe dide mijarên ku zede nayên ragihandin.