Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêxweşbûna Navnetewî Rexneyên Giran li Qatarê Dike


Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) dibêje, mevandara Kupa Cîhanî ya 2022îê Qatar nekarîye mercên jîyanê bo karkerên koçber baştir bike.

Karbidestên Qatarî, piştî giwaştinên navnetewî soz dabûn ku qanûnên derbarê kar yên koçberan baştir bikin, lê Amnesty International dibêje reform bi lêzî nayên kirin û guherinên berbiçav di jîyana 1.5 mîlyon karkerên koçber de pêk nehatin.

Lêxweşbûna Navnetewî di raporta xwe de, îro Pêncşemê got, eger demûdest hîn gavên girîng nayên avêtin, ewê nîşan bide ku Qatarê tenê jibo misogerkirina mazuvanîya Kupaya Cîhanî ew soz dane.

Wezareta Kar ya Qatarî îdiayên Amnesty red dike û dibêje, di nav sala borî de guhertinên girîng li ser baştirkirina rewşa karkeran hatine kirin.

Hêjayî gotinê ye, Coca Cola, Visa û Adidas ku sponsorên serekî yên Kupaya Cîhanî ne, xema xwe li ser binpekirina mafên koçberan dîyar li Qatarê dikin.

XS
SM
MD
LG