Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokwezîrê Kantona Kobanê Rewşa Dawî ya Kobanê Dinirxîne


Sîvîlên Kobanî vedigerin bajarê xwe yê wêranbûyî (Foto: Mahmud Balî)
Sîvîlên Kobanî vedigerin bajarê xwe yê wêranbûyî (Foto: Mahmud Balî)

Cîgirê Serokwezîrê Kantona Kobanê Xalid Berkel, rewşa dawî ya li Kobanê dinirxîne û li ser pêwîstîyên jibo avakirin û jîyanê agahîyan parve dike.

Birêz Berkel bi rêya Dengê Amerîka dubare banga alîkarîyê li hêzên navnetewî dike.

“Li Kobanê şertên jîyanê nemane, pêdivî bi her cure pêwîstîyên jîyanê heye. Xelkê Kobanê berê bi çandinîyê debara xwe dikir, lê DAIŞ’ê bajar talan kiriye. Darên fistiq û zeytûnan, pez û heta tovên çandinîyê jî dizîne.”

Berkel li ser vegera penaberan dibêje bi rojane 300, 400 kes vedigerin Kobanê.

“Jiber xeterîya mayinên ku ji alîyê DAIŞ’ê ve hatine çandin, em ji xeynî ciwanan naxwazin niha malbat vegerin.”

Ew li ser hewildanên jibo avakirina kampekê li Kobanê jî van agahîyan dide.

“Me li Rojavayê Kobanê cihek destnîşan kiriye. Wê li wir kampeke bi hezar konî were vekirin. Pişt bi tevahî rizgarkirina gundan jî wê hemû penaberên Kobanî li bajêr werin vegerandin.”

Cîgirê Serokwezîrê Kantona Kobanê bi bîr dixe ku rojane şandeyên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê têne serdana wan û soza alîkarîyê didine wan, lê heta niha ti xebatek nehatiye kirin.

Berkel dide zanîn ku jiber şerê berdewam yê li dora Kobanê, Desteya Parastina Kantona Kobanê ji Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku dema mayîna pêşmergeyan were dirêj kirin.

ST_2_26_X_Berkel
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:30 0:00

XS
SM
MD
LG