Çarşem, 23 Meha Heft, 2014 Demê Xwecihî 16:07

Herêmên Kurdan

Mexmûrî: Pirsgirêka Deverên Veqetîyayî Bitenê bi Şer Çareser Dibe

x
Di demekê de ku kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Îraqê berdewam in, rêberê partîyeke Kurdî dibêje ku bitenê şer kêşeya “deverên veqetî” çareser dike.

Xefûr Mexmûrî, sekretêrê giştî yê Yekîtîya Neteweyî ya Demokrata Kurdistanê, dibêje ku “deverên veqetîyayî bitenê û bitenê bi şer vedigerin ser Kurdistanê.”

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Mexmûrî got ku desthilatdarên Îraq qebul nakin ku ew dever bi rêyên qanûnî vegerin ser Kurdistanê.

Birêz Mexmûrî herwiha got, “ez tu caran piştgîrîya şerî nakim. Nuha dem dema dîyalogê ye, ne dema şerî ye.  Lê belê desthilatdarên Ereb te neçar dikin ku bi şer deverên veqetîyayî kontrol bikî.”

Sekretêrê YNDK herwiha got, “gelê Kurdistanê herdem şer kirîye da ku şer nemîne û eger şer jî çêbibe jibo hindê ye ku şer û kêşe nemînin.”

Hevpeyvîn bi Xefûr Mexmûrî re
Hevpeyvîn bi Xefûr Mexmûrî rei
|| 0:00:00
...
 
🔇
X
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Weşana Radyo-TVi
X
23.07.2014 14:00
Roja Duşemê, 23’ê meha Nîsanê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dest bi weşana radyoya dîmenî anku teleradyo kir. Guhdar û bînerên Dengê Amerîka dikarin bi zindî û tomarkirî bernameya radyoyî ya Dengê Amerîka temaşe bikin.