Xwenîşandan li bajarê Musil hatin kirin ku bi tund û tûjî bûn û bûne egera kuştin û birîndar kirina jimareke xwenîşaderan. Di heman demê de avahîya civata parêzgeha Musil hat şewitandin.
Xwenîşandan di demjimêr 10’ê sibêdê de destpê kir û ber bi dîwana parêzgeha Musil çû. Di destpêkê de xwenîşandan aram bû û xwenîşanderan dirûşm hilgirtîbûn û daxwaza reform û baştir kirina xizmetên bingehîn û her wiha daxwaza berdana girtîyan kir. Lê paşî ku jimara xwenîşanderan zêde bû, dirûşm hatin guherîn û daxwaza karvekêşana fermandar û hemî berpirsên wî bajêrî kir.
Xwenîşander bi ber û keviran dana hêzên polîsan yên ku bizav dikir ku xwenîşander derbazî civata parêzgehê nebin. Bo belav kirina xwenîşanderan, polîsan gaza rondikrêj û bombên dengî bikar anîn, lê bê encam bû. Paşî fermandar û çend endamên civata parêzgehê û Osama Necefî, Serokê parlemanê Îraqê ku bi seredan çûbû Musil bizav kir destûdarî tenah bikin û biçina nav gel û ligel wan biaxfin, lê gel rêka wan neda.
Paşî kontrol kirina destûdarî ji destê polîsan derkeft û bi hezaran kes gorbûne ser avahîya civata parêzgeha Musil û piştî hîngî kontrol kir. Ew avahî bi hemî ve hat şewitandin. Hêzên polîsan çek li dijî xwenîşanderan bikar anîn, ku li gor pêzanînên berahîyê, bi kêmî 8 xwenîşander hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Jibo guhdarî kirina raporta peyamenêr Amîr Goran li Musil, lînka “Guhdarî kirin”a jêrîn klîk bikin û têbînîyên xwe yên li ser vê raportê di valahîya xwarê de binivîsin.