Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa Dijî Qaçaxcîyên Mirovan Dest bi Operasyoneke Nû Dike


Yekîtîya Ewrupa dest bi operasyneke nû li Derya Spî kir ku nehêle keştîyên qaçaxcîyan bigiheje ava welatên Ewrupî.

"Operasyona Sophia" ku îro Çarşemê destpê kir, destûr dide gemîyên şer ku di nav keştîyên gumankirî yên qaçaxcîyan de lêgerînê bike û dest deyne ser wan.

Di dema borî de Yekîtîya Ewrupa li Derya Spî operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê rêve dibir, lê bi hatina girseyî ya penaberan ji welatên wek Sûrîye û Îraqê, bi hezaran kes di nav behrê de qeniqîbûn, dema hewil didan ku bigehinin peravên Ewrupî.

Hêjayî bîrxistinê ye, serokwezîra Almanya Angela Merkel û serokê Fransî Francois Hollande, li ber e îro Çarşemê derkevin pêş Parlemana Ewrupî ku krîza penaberan gotûbêj bikin.

XS
SM
MD
LG