Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtîya Ewrupa û Tirkîye Îro Plana Hevbeş ya Ser Penaberan Eşkere Dikin


Biryar e Yekîtiya Ewrupa (YE) îro Sêşemê planeke krîzê ligel Tirkiyê eşkere bike, tê de ew projeyek jibo rewşa penaberan hebe, ewên ku ji Tirkiyê derbasî YE dibin.

Ev plan rojekê piştî ku Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ligel karbidestên YE li Brukselê civîya, tê holê.

Berpirsê Komisyona Ewrupayî Jean-Claude Juncker wî hûrgiliyên planê amade kiribû û êdî ew amade ye ku îro li dema gotûbêjên ligel Erdogan were belav kirin.

Juncker li pêş Parlamena Ewrupayê li Strasbourgê got, “diyar e ku pêdiviya me bi Tirkiyê heye. Ewê Komisyona Ewrupayî alîkariya Tirkiyê bike.”

Jêderekê li YE got, Juncker û Erdogan li ser prensîpa planê lihev kirine da ku bihev re vê krîza penaberan çareser bikin.

Heman jêderê herwiha eşkere kir, “eger Tirk razî bibin ku bêtir navendên pêşwaziyê ji penaberan re vekin, hingê emê amade bikin ku di warê darayî de piştgiriya wan bikin.”

Hêjayî gotinê ye, krîza penaberên Sûrî ji dema Şerê Cîhanê yê Duyê vir ve ya herî xirab e.

XS
SM
MD
LG