Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona bi Pêşengîya Erebistana Saudî Êrîşên Esmanî li Yemenê Didomîne


Serhildayên Huisî
Serhildayên Huisî

Firokên ceng yên koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî îro Pêncşemê li armancên serhildayên Husî li Yemenê xistin, tevî ku du roj berê dawîbûna êrîşên esmanî bi fermî hatibû ragihandin.

Dîdevan dibêjin êrîşên esmanî deverên dora bajarê Aden a başûr kirin armanc, li wî bajarî ku şerê navbera serhildayên Husî û hêzên hikûmetê berdewam dike.

Erebistana Saudî roja Sêşemê ragihand ku êrîşên esmanî bi dawî hatin, lê çend demjimêr piştî wê daxuyanîyê, firokên koalîsyonê êrîşî çeperên serhildayan li Taiz û Adenê kiribûn.

Di operasyonê esmanî de ku mehekê berdewam kir, bi sedan kes hatin kuştin, krîzeke mezin ya mirovahîyê derket pêş, lê serhildayên Husî pêşveçûna xwe domand.

Hêjayî bîrxistinê ye ku beşeke mezin ya Yemenê niha di bin kontrola Husîyên Şîa de yeû Serokê Yemenê Abd-Rabbu Mansour Hadi jî revî Erebistana Saudî.

XS
SM
MD
LG