Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

El Qayde Firîngeheke Girîng li Başûrê Yemenê Kontrol Dike


Militanên El Qaydê firîngeheke girîng ya li bajarê Mukalla ya başûrê Yemenê xist bin kontrola xwe.

Karbidestên Yemenî dibêjin, çekdarên El Qaydê rastî berxwedaneke xurt ji alîyê leşkerên hikûmetê ve nehatin.

Bajarê Mukalla di ber behrê ye û paytaxta Hadramawt ya mezintirîn herêma wî welatî ye.

Hat ragihandin ku kargeheke girîng ya neftê jî ketiye jêr destê mîlîtanên El Qaydê.

Demeke zûtir ya vê mehê, El Qaydê bingeheke leşkerî ya Yemenî xistibû bin kontrola xwe.

Çekdarên tundrê herwiha avêtibûn ser girtîgeheke li heman bajarî û 300 girtî serbest kiribûn.

Jiber şerê berdewam yê navbera koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî û serhildayên Husî yên Şîa, hîn deverên Yemenê bê desthilat mabûn û El Qayde jî hewil dide ku hêza xwe li wan deran cîh bike.

XS
SM
MD
LG