Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber e Şerê Yemenê bo Alîkarîya Mirovahîyê Bisekine


Alîyên şerker li Yemenê li ber e îro Sêşemê çekên xwe bo pênc rojan rawistînin da ku alîkarîya mirovahî ya pêdivî bigeheje wî welatî.

Serhildayên Husî, hêzên hikûmetê û koalîsyona bi pêşengîya Saudî gîş qayil bûn ku biryara agirbestê cîh bînin, lê hîn nayê zanîn ku bi berdewambûna şerên giran do roja Duşemê de ew agirbest heta dawî bidome yan ne.

Alîkara Sekreterê Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Valerie Amos ku ji Karên Miravahî berpirs e, bang li hemî alîyan kir ku tundî û tûjî rawistînin û bihêlin ku karmendên alîkarîyê av. Xwarin, derman û pêdivîyên din bigehînin gelê hewcedar.

XS
SM
MD
LG