Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Aştîyê li Yemenê Hatin Paşxistin


Piştî êrîşên esmanî yên Saudî dû li esmanên Sana bilind dibin
Piştî êrîşên esmanî yên Saudî dû li esmanên Sana bilind dibin

Karbidestên Yemenî îro Duşemê dibêjin, konferansa aşîtyê ku bi pêşengîya Neteweyên Yekbûyî vê hefteyê pêk bihata, hate paşxisitn.

Demûdest ji Neteweyên Yekbûyî daxuyanîyek nehat ku konferansa Pêncşemê bi rastî hat paşxistin yan ne.

Serokê Yemenê Abdu Rabu Mansour Hadi ku berî du mehan revîbû Erebistana Saudî, daxwaz ji serhildayên Husî kir ku rêzê li biryara Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî bigirin û ji deverên ku xistine bin kontrola xwe derkevin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon hefteya borî ew konferans ragihandibû û bang li her du alîyan kiribû ku bê şert û merc tev li konferansê bibin.

Ban Ki-moon daxwaz ji her du alîyan kiribû ku ber bi çareserîyeke aştîyanê ve bixebitin.

XS
SM
MD
LG