Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG 2 Gundên Efrînê ji Destê Komên Tundrê Distîne


Bajarê Efrinê
Bajarê Efrinê

Her du gundên Xirêbkê û Zîyaretê yên girêdayî navçeya Şêrewa li Efrînê, ji alîyê Yekînîyên Parastina Gel (YPG) ve hatin azad kirin û Cebhet el-Nusra û Ehrar el-Şam hatin derxistin.

Li gor fermandarê YPG Ferat Xelîl piştî hêzên rêjîmê ber bi bajarokên Nubol û Zeraa hatin, çekdarên Nusra û Ehrar Şam ber bi herêma Efrînê hatin û êrîşî çeperên YPGê kirin.

“Piştî şerekî tenê çend seetan dirêj kir, komên çekdar neçar man paşve bikişin,” Xelîl got.

Hêjayî gotinê ye her du gundên Kurd pirtir jî şeş mehan ketibûn destê grubên tundrê.

Xelîl îdiayên ser hevrêzîya navbera YPG û rejîma Esad red dike p bi bîr tîne ku rêjîm heta niha gelê Kurd armanc dike û êrîşî taxê Şêx Meqsud li Helebê dike.

“Ger bê xwestin YPG parastina gelê Efrînê, herwiha welatîyê bakurê Helebê ku jiber şer revîne Efrînê bike,” Xelîl di dawîya axaftina xwe de got.

***

EM_2_5_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG