Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG Şerê Xwe yê Diîj DAIŞ Îro Sêşemê Berdewam Dike


Şervanekî YPG li Serêkanîyê
Şervanekî YPG li Serêkanîyê

Şervanên Kurd yên YPG li Sûriyê şerê dijî mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Sêşemê berdewam kirin, rojekê piştî Serokê Amerîkî Barack Obama got ku koalîsyona navnetewî kempeyna xwe dijî cîhadiyên li Sûrîyê tundtir dike.

Rêxistina tundrê roja Duşemê êrîşeke berfireh bir ser gundên jêr kontrola Kurdan li Raqqa û Hesekê. Di encamê de şerekî giran derket holê.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) got, ji roja Yekşemê vir ve dora 80 çekdarên DAIŞ di encama şer û êrîşên esmanî yên koalîsyonê de hatine kuştin.

Serok Obama got, kempeyna dijî DAIŞ li Sûrîyê dê were xurt kirin, lê wî hişyarî da ku hîn şerekî dirêj li pêş wan maye.

Şemîyê bi şev û Yekşemê sibehê, dora 30 çekdarên DAIŞ hatin kuştin, piştî ku firokên koalîsyonê armancên wan li derdora Raqqayê bombe kirin.

Li gorî Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ashton Carter, mebesta êrîşên esmanî yên vê dawîyê ne armanckirina rêberên DAIŞ’ê ye, lê jibo alîkarîya hêzên Kurdan ya YPG ye.

XS
SM
MD
LG