Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polat Can Tirkîyê Rexne Dike ku Nahêle Pêşmerge Derbazî Kobanê Bin


Zarokekî Kurd rûyê xwe bi alên Amerîka, YPG û Kurdistanê reng kiriye
Zarokekî Kurd rûyê xwe bi alên Amerîka, YPG û Kurdistanê reng kiriye

Biryara şandina pêşmêrgeyan ji Kobanê re şabûneke mezin di nav Kurdan de derxist holê.

Bi hezaran Kurd li ser kolanan xêrhatina wan pêşmergeyan dikin ku jibo alîkarîya YPG diherin Kobanê.

Lê, ev dilxweşîya Kurdan cîhê xwe ji xemû fikaran hêlaye ku çima heta niha pêşmerge derbazî binxetê nebûne.

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de Berdevkê YPG Polat Can dibêje ku sedema neçûna pêşmergeyan Tirkîyê ye.

"Tirkîye li ser hatina pêşmergeyan xwedîyê hesabên sîyasî ye û bi behaneyên biçûk liv û tevgera konvoya pêşmergeyan hêdî kir. Armanca wê ev e ku derbazbûna pêşmergeyan dereng bêxe ku DAÎŞ bikane derîyê sînor dest bixe."

Can dîyar dike ku koalîsyona navnetewî jî ji helwesta Tirkîyê nerazî ye û 10 pêşmergeyên ku do derbazî Kobanê bûne, bi giwaştin (zext)a koalîsyonê pêk hatiye.

Can spasîya xwe jibo 1 Mijdarê, Rojava Kobanê dîyar dike û ji xwenîşandêran hêvî dike ku xwedî li wan û li Kobanê derkevin.

Polat_Can_10_31_Peshmerga_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:06 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG