Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG Bajarokê Mebruka Azad Dike û Herêmên Bin Kontrola Xwe Firehtir Dike


Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajarokê Mebruka ya stratejîk, piştî şerên dijwar, ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) azad kir.

Bajarokê Mebruka ku li başûrê rojavayê Serêkanî ye, yek jî navendên girîng ya DAIŞ’ê bû ku li nêzîkî sînorê Raqqa ye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dibêje, bi vê serkeftina girîng rê li ber YPG’ê vedibe ku ber bi navenda serekî ya DAIŞ’ê Girêspî (Til Abyad) ve pêşveçûnê bike.

SOHR dide zanîn ku piştî azadkirina Mebruka, deverên nû li dora Til Temir û herêmên berfireh li gundêwarên Serêkanîyê, YPG di 20 rojên dawî de herî kêm herêmeke bi firehîya 4000 km xistiye bin kontrola xwe.

SOHR lêzêde dike ku di herêmên nû yên bin kontrola YPG, ji gundêwarên Hesekê destpê dike, ji ser Til Temir xwe digehîne Çîyayê Kizwan (Ebdulazîz).

Hêjayî gotinê ye, di operasyonên YPG’ê de Artêşa Senadîd ya Ereban, Konseya Leşkerî ya Suryanîyan (MSF) û Zerevanên Xebûr ya Asurîyan jî cîh digirin û firokên koalîsyona bi rêbertîya Amerîkî ji bi êrîşên esmanî piştgirî dikin.

YPG ragihîne ku di şerên 19 û 20’ê Gulanê de, herî kêm 170 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG