Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêdûr Xelîl: Rizgarkirina Çîyayê Kizwan Xeterîya Ser Kantona Cizîrê Radike


Şervanên YPG li ser Çîyayê Kizwan
Şervanên YPG li ser Çîyayê Kizwan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hevalbendên wê, hefteya borî bi piştgirîya êrîşên esmanî yên koalîsyonê Çîyayê Kizwan (Çîyayê Ebdulazîz) ji destê mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) rizgar kirin.

Di vê hevpeyvîna taybet de, Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl li ser rizgarkirina Çîyayê Kizwan dipeyîve û girîngîya wê ya stratejîk dinirxîne.

"Çîyayê Kizwan cîhekî pir blind e û sînora Kantona Cizîrê ye. Bi rizgarkirina vê deverê, sînorê alîyê başûr ve bi tevahî tê parastin û dûrxistina hêzên DAIŞ ya piştî Çîyayê Kizwan tê wateya ku xeterîya wan binî de nemîne."

Xelîl bal dikşîne ku ne tenê xeterîya ser Kurdan, lê jîyana Asurîyên ku li ser Çemê Xaburê dijîn ewletir dibe.

Berdevkê YPG'ê nûçeyên ser kuştina rêberekî Asurîyan ji destê hêzên wan ve red dike û dibêje lêpirsîna wan berdewam e.

"Me 4 kes, bi girêdayî êrîşa dihî Dawud Cindo û hevalê wî binçav kirine. Rast e ew kes endamên YPG'ê ne lê êrîş ti ti awayî ne biryara wan e û ew hewil didin ku bizanim çi di pişt wê çalakîyê de heye."

Rêdûr_Xelîl_5_25_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:20 0:00

XS
SM
MD
LG