Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

15 Penaber li Nêzîkî Giravên Yunanî Qeniqîn


Karbidestên Yunanî dibêjin, di operasyonên rizgarkirinê de herî kêm 15 termên penaberên neqanûnî hatin peyda kirin.

Karbidest didine zanîn ku di du bûyerên cihê de belemên ku penaberan hildigirt, li nêzîkî giravên Yunanî binav bûn û tevî hewayê sar û pelên xurt li herêmê, kesên ku dixwazin bighijin Ewrupa berdewam rêyên xeter bi kar tînin.

Karbidest dîyar dikin ku lêgerîna wan ya dîtina penaberên hindabûyî hîn jî didome.

Zerevanên Deryayî yên Yunanî got ku 41 kes bi saxî xwe gihend giraveke biçûk ya bi navê Farmakonissi, piştî ku belema wan binav bû. Di bûyerê de termên 7 kesan ji alîyê Zerevanên Deryayî ve hatin dîtin.

Di bûyera din de jî keştîyek li nêzîkî girava Kalolimnos binoq bû û tenê 26 kes rizgar bûn û heta niha 8 term hatin dîtin.

XS
SM
MD
LG