Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kêşeya Leşkerên Zarok li Burmayê Hîn Berdewam e


Samboo zarokekî 12 salî ye ku li dijî hikûmeta Burma'yê şer dike
Samboo zarokekî 12 salî ye ku li dijî hikûmeta Burma'yê şer dike
Raporteke nû dibêje ku li Burma’yê zarok hîn wek leşkerên tên bikar anîn, tevî reformên sîyasî yên vê dawîyê û bangên Neteweyên Yekbûyî jibo sekinandina vê dîyardeyê.

Raporta ku ji alîyê rêxistina Child Soldiers International ve hatîye weşandin dibêje, tevî ku rewş baştir dibe zarok hîn di nav refên artêşa Burma'yê, zêrevanên sînor û çekdarên opozîsyonê de cî digirin.

Rêxistina ku bingeha wê li Londonê ye herwiha dibêje, hikûmet zû liv nekiriye ji dema ku peymanek ligel NY îmza kirîye ku tê de soz dide hemû zarokan ji nav şer derxîne.

Tevî ku rapor pênasînê bi pêşketina mafên mirovan li jêr reformên Serok Thein Sein dike, lê dîsa jî ew bang li hikûmeta wî dike ku girîngîyeke mezin bide pirsgira leşkerên zarok.
XS
SM
MD
LG