Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarok TV Dest bi Weşanê Dike


Li Tirkîyê yekemîn televîzyona zarokan ya bi Kurdî di Newrozê de dest bi weşanê dike. Navê televîzyonê Zarok TV ye û navenda wê li Amedê ye.

Zarok Tv li ser satalayta Turksatê dest bi weşanê dike û 24 saet bê navber dê weşanê wê dewam bike. Kanal bi Kurmancî û Zazakî be, lê jiber qanûnên Tirkîyê wê cî bidin Tirkî jî.

Xwedîyê televîzyonê Behçet Sevîm ji Dengê Amerîka re da zanîn ku xebata televîzyonê sê salan dewam kir û jibo destûra fermî jî salek li bendê mane.

“Kanalên zarokan yên bi Tirkî bandoreke mezin li ser zarokên Kurdan çêdikin û bûye sedem ku zarok berî Kurdî, dest bi Tirkî dikin ku ev jî pişaftina ser ziman bileztir dike.”

Di Zarok TV de gelek karton fîlm bi dublaja Kurmancî û Zazakî hebin. Şêrînok, Mêşhingiva Maya, Beqa Şopkar çend ji wan fîlmkartonan in.

Rêvebira Giştî ya televîzyonê Dilek Demiral jî da zanîn Enstîtuya Kurdî û gruba Vate şêwirmendîya zimanê televîzyonê dikin. Dema dîyarkirina naveroka bernameyan de, herwiha pisporên, ku ji pedagogan pêk tê, li naveroka bernameyan dinerin.

Zarok TV roja Newrozê dest bi weşanê dike. Li çar alîyên cihanê zarokên Kurd dê dikaribin bi bername û gelek karton fîlmên navdar bi Kurmancî û Zazakî temaşe bikin.

KHF_3_20_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:05 0:00


***

Kerem kin li vîdyoya danasînê ya Zarok TV temaşe bikin:

XS
SM
MD
LG