Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Tirkiyê Herêmên Sindî û Doskiyan Bombe Dikin


Serê sibeya Pênşemê 4.02 firokên cengê yên artêşa Tirk êrîş anîn ser hind herêman li Zaxo.

Firokên cengê yên girdêyî hêzên asmanî yên artêîa Tirk, bi behaneya hebûna bingên Partiya karkerên Kurdistan (PKK)ê, di êrîşeke xwe ya nû de geliyê Harûna û derdorên gunê Zirava û Zînava yên girêdayî qeza Zaxo bombebaran kirin.

Weke şahidên buyerê didn zanîn, ziyanên giyanî nebun, lê êrîşa asmanî ya firokên Tirkiyê ziyanên mezin yên madî gihandine milk û malê xelkê herêmê û tirsek mezin xistîye dilê xelkê xwecihên herêmê.

Wek tê zanîn di dawiya sala 2015 da, piştî têkçûna pêvajoya aştiyê di navbera kurdan(PKK) û dewleta Tirk de, hêzên asmanî yên Tirkiyê berdewam êrîşan dike ser herêmen Kurdistan Îraqê, bi behaneya hebûna bingehên PKKê berdewam Qendîl, Avaşîn, Heftenîn, Lolan, Geliyê Balinda, çiyayê Metîn û Garê bombebaran dikin, ev cara yekê ye, herêma ku bi (Dukerê) li Zaxo û Duhokê tê naskirin, ji aliyê Firokên Tirkyê de tê bombebaran kirin.

Temamya raoprtê di fayla deng de ye.

Frokên Cengê yên Tirkiyê Herêmên nû li H. Kurdistanê Bombebaran Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:28 0:00

XS
SM
MD
LG