Çarşem, 10 Meha Duyem, 2016 Demê Xwecihî 13:43

    Tirkîye

    Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li Dîyarbekirê

    x
    Jibo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li herêmê û li Dîyarbekirê bizavên cuda tên lidar xistin. Kurdî-Der, Egitim Sen, Komela Çira’yê di nav vê heftê de gelek panel, resepsiyon, rêdeçûn û bernameyên cuda lidar xistin da ku bale bidin ser giringîya rojê.

    Jibo girîngîya rojê  Komela Çand û Hunerê ya Çirayê konferansek lidar xist. Di konferansê de niviskar Roşan Lezgin û Profesor Dr. Kadrî Yildirim li ser zimanê Kurdî gotar peşkeş kirin.

    Profesor Dr. Kadrî Yildirim jî di gotara xwe de li ser dîroka Kurdî sekini û got naskirina ziman û netewe biveh re girêda ye.

    Birêz Yildirim got, lazim e mirov pêşî xwe û paşê jî zimanê xwe nas bike. Wî dîyar kir ku Ahmedê Xanî û Elîyê Teremaxî haya wan ji giringîya zimanê dayikê hebûye, loma jibo perwerdekirina zarokên Kurdan li medreseyan pirtûkên rêzimanê Kurdî amade kirine.

    Niviskar Roşan Lezgîn got "Rewşenbîrîya Kurdan bela ku aqil û termînolojîya xwe ji serdestan giritne, pênasekirina zimên jî li ser vê mantiqê dikin. Dema ku dibêjin pirsgirêka Kurd, dema ku dibêjin fergenga Kurdi-Tirki ev hemî li gori mantiqa serdestan hatiye kirin çimkî  jibo Kurdan pirsa Kurdan tune ye, lê doza Kurdan heye."

    HK_2_22_13_2
    HK_2_22_13_2i
    || 0:00:00
    ...    
     
    X
    Ev forume hate girtin.
    Şîrove
         
    Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.