Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cejna Zimanê Kurdî li Stenbolê Hate Pîroz Kirin


Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê li Stenbolê bi pêşengîya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi çalakîyekê hate pîroz kirin.

Di daxuyanîya ku li ber Komeleya Dihê (Eruh) ya li Fatîh a Stenbolê hate dayîn de, ji bilî mamoste û xwendekarên Enstîtuyê, dayikên aştîyê, zarokên Kurd û rêvebirên BDP’ê jî beşdarî kirin.

Di daxuyanîya ku ji alîyê Hevseroka Enstîtuya Kurdî Gulseren Yilmaz ve hate xwendin de, hate dîyar kirin, ew ê wek kedkarên zimên ligel karkeran bin û serxweşî ji malbatên karkerên ku canê xwe li komirgeha Somayê dane re hate xwestin.

Hevseroka Enstîtuyê got, “Ziman çand û nasnameya netewe ye. Em bi vê bîr û bawerîyê cejna we pîroz dikin û bang li hemû malbatên Kurd dikin ku zarokên bi Kurdî mezin bikin.”

Piştî hevseroka Enstîtuyê, Serokê BDP’ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul û rêvebirên Enstîtuya Kurdî bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî axaftin kirin û helbest xwendin.

Hidir Ercan ê ku 11 zarokên wî hene û wan jiber nebûna dibistanên Kurdî naşîne dibistanên Tirkîyê jî tevî zarokên xwe li wir amade bû.

Ercan ji Dengê Amerîka re got, “Divê êdî Kurd li şûna xwestina ji dewletê, ew bixwe dibistanên xwe yên Kurdî vekin.”





please wait

No media source currently available

0:00 0:05:04 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG