Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derbarê Me

Dengê Amerîka (VOA) mezintirîn dezgeha nûçevanî ya multîmedya ya Amerîkî ye ku bi 45 zimanan weşanê dike û xwe digehîne herêmên bi azadîya sînorkirî yan bê azadîya ragihandinê.

VOA di sala 1942’an de hate damêzirandin û budceya wê bi tevahî bi diravên bacên Amerîkîyan tê. VOA beşeke girêng ya Ajansa Medya Gerdûnî ya Amerîka (U.S. Agency for Global Media) ye.

Erka VOA û azadîya wê ya edîtoryalî bi hin qanûnan tê garantî kirin ku ew jî rojnbamevanên VOA ji bandor, givaştin û tolhildana ji karbidestên hikûmetê û sîyasetvanan diparêze.

Di 1976’an de, Serok Gerald R. Ford VOA Charter anku îmza Rêziknameya Dengê Amerîka kir ku wiha dibêje:

1. VOA wê wek jêderekî pêgir ya pêbawer û biryarder ya nûçeyan. VOA wê rast, bêalî û hembêzkar be.

2. VOA dê berpirsîya tevahîya Amerîka bike, ne beşeke ji civata Amerîkî û loma jî ewê bi awayekî berfireh û balanskirî nêrîn û sazîyên girîng yên Amerîkî bîne pêş çavan.

3. VOA dê bi zelalî pû bi karîgerî polîtîkayên Amerîkî pêşkêş bike û herwiha dê cîh bide gotûbêjên berpirsane û têbînîyên derbarê wan polîtîkayan.

Kongresa Amerîkî di sala 1994’an de Qanûna Weşangerîya Navnetewî ya Amerîka (U.S. International Broadcasting Act) derbaz kir ku li gor wê zagonê divê karên rojnamevanên VOA xwebawer, rastbêj, bêalî, hembêzkar, balanskirî be û rengûrengbûna çandî û civakî ya Amerîkî derxîne pêş.

Di sala 2016’an de Kongresê careke din di Qanûna Destûrdana Berevanîya Netewî (National Defense Authorization Act) pejirand ku divê berhevkirina nûçeyan û karê ragihandinê bi berdewamî azad û bêalî be.

Rojnamevanên VOA her roj ji xwe re dikin armanc ku bi karên xwe nirxên medyaya azad ji cîhanê re nîşan bidin.

VOA

Ragihandineke Azad Girîng E

XS
SM
MD
LG