Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şertên Qanûnî

Mercên Qanûnî yên Dengê Amerîka

Dengê Amerîka pêzanînên taybet li ser mêvanên malperê kom nakit. Mêvanin malperê serbest in li berdest kirina pêzanînê bo Dengê Amerîka.


Komkirina Pêzanînê

Dema mêvan seredana malpera Dengê Amerîka dikin, pêzanîn derbarê seredan kirina rûpelên malper û dagirtina babetên malperê bi awakê otomatîk dihêt kom kirin. Pêzanînên kom kirî, pêzanînên taybetî nîne li ser mêvanên malperê. Em van pêzanînan kom dikin:

1- Domêna Internetê (mînak, ‘xkompany.com', yan 'zanko.edu') û IP address a mêvanên malperê.


2- Cûrê browser yan sîstema bikar hatî dema mêvan seredana malpera Dengê Amerîka dikin.


3- Jimara rûpelên mêvan serdan dikin.


4- Roj û demê seredanên malperê.


5- Eger malpera Dengê Amerîka bi malperka din bihêt link kirin, address a malpera din.


Dengê Amerîka bi rêka Kûkî (cookie) pêzanînan kom dike, ku fayleke biçûk e li demê seredanî kirina piraniya malperan dihêt nav komputera te. Kûkî dihêt bikar anîn da ku bizanîn ka mêvanên malperê pitir giringî bi çi babetekê didin.

Eger mêvan bi xwe pêzanînê bidin Dengê Amerîka

Dema mêvan bi xwe pêzanînê bi rêka e-mail yan her cûrekê din didin Dengê Amerîka, ew pêzanîn dihêt bikar anîn ji bo bersiv dana peyama mêvanê. Dengê Amerîka pêzanînên taybet ji bo çi armancan kom nakit û pêzanînên mêvanan nadet çi rêkxistî û aliyekê din. Em e-mail address a mêvanan didin ajanseka dî ya hikûmeta fedral eger peyama eliktironî ya mêvanê derbarê wê ajansê be yan jî li alîyê qanûnî ve daxaz bihêt kirin ku address a mêvanê berdest bikîn.

Agehdarî

Reng e Dengê Amerîka malpera xwe bi malperên din yan raportên nûçeyan girê bide. Eve bi wê manayê nahêt ku Dengê Amerîka piştevanîya bîr û raya wan malperan dike yan ji ew bîr û ra rast in.

Dengê Amerîka bernamên xwe ji bo guhdar û bînerên nav Amerîka belav naket û hemî bernamên me ji bo guhdar û bîneran e li dervey Welatên Yekgirtî yên Amerîka. Malpera Dengê Amerîka jî bo mêvanên dervey Amerîka ye.

Rastkirin

VOANews.com bi vî awayî mamelê ligel xeletîyan dike:

Eger xeletî bi tinê di nivîsînê de be bêy ku kartêkirin hebe li ser rastî û manaya dirûsta raportê, Dengê Amerîka vî bi xeletiyeka biçûk hîsab dike û xeletî dihêt rast kirin bêy ku bihêt ragehandin.

Eger xeletî mezin be, xeletî dihêt rast kirin û asterisk (*) bi rex raportê dihêt danan û li bin rûpelê mêvanan agehdar dikîn ku xeletî hatibû kirin û hat rast kirin.

Têbînî û postên mêvanan

Pêdaçûn bi hemî têbînî û postên mêvanan dihêt kirin berî ew post li ser malperê belav bibin. Dengê Amerîka bizav dike ku di demê 24 demjimêran de yan kêmtir, pêdaçûnê bi postên mêvana bike. Dengê Amerîka têbînî û postên li ser îdeolojî yan bîr û raya siyasî sansor nake. Dengê Amerîka destkarîyê têbînî û postên mêvanan nakit, yan wan belav dike yan jî wan belav nake. Pêdivî ye her hemî têbînî û post:


1- Derbarê babetê bin.


2- Bêrêz kirin, axaftinên kirêt, zimanê rik û kerb yan her cûre reftarekê ne hejî, rêk pê nahête dan.


3- Hêriş kirina zarekî bo ser her kesekî, yan jî daxaza encamdana tond û alozî rêk pê nahêt dan.


4- Bi tinê rêk bi nivîsînê dihêt dan, ne html û kodên din.

Mafên Qanûnî

1- Mêvan dikar in her raporteka li malpera voanews.com belav dibe dubare belav bikin. Pêdivî nîye mêvan destûrî wergirin ji bo belav kirina babetên Dengê Amerîka, belê pêdivî ye ku bihêt nivîsîn ku ew babet/raport li Dengê Amerîk hatîye wergirtin. Ji bo pêzanînên pitir, peywendî bi askvoa@voanews.com bike.

2- Herî nivîsîn, deng û vîdyo ya Dengê Amerîka mûlkê giştî ye. Belê hindek wênên Dengê Amerîka ji ajansa Associated Press, AP, dihên wergirtin ku mêvan nikarin wan wêneyan belav bikin yan bikar bîn in bêy wergirtina destûrê li AP bi nivîsîn. Çênabe her nivîsîn, wêne, deng û/yan vîdyo ya AP dîsa bihêt belav kirin û/yan bihêt dabeş kirin.


3- ‘Dengê Amerîka’ û ‘voanews.com’ trêdmarkên taybet in ku çênabe ji bo meremên bazirganî bihên bikar anîn bêy destûrê Dengê Amerîka. Belê mêvan dikarin logo ya Dengê Amerîka yan voanews.com bikar bînin eger bivêt malperên xwe bi malpera dengê Amerîka ve girê bikin.

XS
SM
MD
LG