Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Çîn Rêketineke Bazirganî Radigîhînin


Serokê Amerîka Donald Trump û Cîgirê Serokê hikûmeta Çînê Liu He îro Çarşemê rêketineke bazirganî ya pêşîn ragihand ku dawî li hîn bacên heyî bîne û rê li ber kirîna berhemên Amerîkî yên ji alîyê Çînê ve veke.

Washington û Pekîn “Qanaxa Yekê” wek pêngaveke girîng ya di nermkirina alozîya bazirganî ya navbera her du dewletan de bi nav kiribû ku her yek ji wan bi pêngavên tundtir bersîvdana hevdû didan.

Amerîka û Çîn du ekonomîyên herî mezin yên cîhanê ne û reqbûna wan yên di mehên dawî de bandorên neyênî li ser aborîya cîhanê kiribû.

“Em bi hevre çewtîyên berê rast dikin û sibêroja dadmendîyeke aborî û ewlekarî jibo karker û corkarên Amerîkî û bona malbatên wan misoger dikin,” Serok Trump, bi hazirbûna Liu He li Qesira Sipî got.

Lihevkirina Qonaxa Yekê ku di meha Berfanbarê hatibû îmza kirin, hemî bacên Amerîkî yên yên plankirî li ser berhemên Çînî yên wek telefon, pêlîstok û kompîterên serçok betal kirin.

Herwiha, bacên ser bi nirxê 120 mîlyar dolar berheên Çînî yên wek televîyon, guhdankên Bluetooth û sol bi nîvî, nizim kiribû asta % 7.5

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG