Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn li Hember Sizayên Amerîka Soza Pîvanên Beramber Dide


Alên Çîn û Amerîka

Çîn gazî dîplomatê payebilind yê Amerîka yê li Pekînê kirîye da ku nerazîbana li hember sizayên li dij 14 karbidestên Çînî yên girêdayê Hong Kongê ragihîne wî.

Hevdem, Çîn sond xwar ku dê pîvanên dijber yên 'beramber' bistîne.

Wezareta karên derve ya Çînê Sêşemê 8ê Kanûnê, li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku cîgirê wezîrê karên derve yê Çînî Zheng Zeguang, gazî nûnerê ser kar yên balyozxaneya Amerîka kirîye, da ku protestoyeke cîdî û şermezarîyeke xurt bide zanîn.

Amerîka roja Duşemê dijî 14 endamên paye bilind yên Kongreya Gel ya Neteweyî ya Çînê cezayên darayî û qedexekirina rêwîtîyê ragihand.

Amerîka ev biryara jiber rola wan ya di pejirandina qanûnek ewlehîya netewî ya bo Hong Kongê û meha borî dûrxistina endamên opozîsyonê ji erka yasadananê ragihand.


XS
SM
MD
LG