Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn ji Daxuyanîyên Australya yên Ser Rêvebirina Peyvajoya Korona Red Dike


Çînê îro Duşemê nerazîbûna xwe ji Australya re nîşan da ku ser rêvebirina Pekînê ya pandemîya vîrusa korona rexne dikir.

Çîn dibêje ku tevî gumanên derbarê rastîya hejmara mirinên wan yên ku bi fermi hatî nîşandan, ew di vê peyvajoyê de vekirî û zelal bûne.

Wezîrê Derve yê Australyayê, Marise Payne banga lêpirsîneke navnetewî li ser jêder û belavbûna vîrusê kiribû ku gelek kesên din jî derbarê rêvebirina Çînê ya vîrusa li bajarê wê Wuhanê derketî, gumanbar in.

Ji hingê ve vîrus bû sedema nêzîkî 2.4 mîlyon pêketîyan û zêdetirî 160,000 mirinan li seranserê cîhanê û jîyan û karsazîya li bajarên mezin jî terabera kiriye.

Li Pekînê, berdevê wezareta karê derve Geng Shuang ragihand ku gotinên Payne bi tevahî ji bingehên rastîyê dûr in û bêrêzîya qurbanîyên gelê Çînê ye.

Shuang di brîfînga rojane de ji rojnamevanan re got ku Çîn dilgiranîyeke kûr û dijberîyeke tund nîşanî helwesta Australya dide.

Banga Australyayê di vê demê de tê ku rexneyên Amerîka yên dijî Çînê zêde bûne.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Şemîyê hişyarî dabû Çînê ku ger wê bi zanabûn bûye sedema wê pandemîyê, divê ew hesabê wê yekê bide.

Hevdem, Komîsyona Tendirustiya Netewî ya Çînê îro Duşemê ragihand ku 12 pêketîyên nû hatine tomar kirin û hejmara giştî jî bû 82,747.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Çînê berê ragihandibû ku hejmara mirinên jiber vîrusa korona 4,632 ye.

XS
SM
MD
LG