Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn jiber Serketina Hilbijartinê Biden Pîroz Dike


Wang Wenbin

Çînê îro pîrozbahî li serokê hilbijartî Joe Biden û cîgira serok ya hilbijartî Kamala Harris kir.

Berdevikê wezareta derve ya Çînê Wang Wenbin di preskonferansa rojane de got ku ew birêz Biden û birêz Harris pîroz dikin.

"Em reaksîyonên li nav û dervayê Amerîka ya hember encamên hilbijartina seroktî ya Amerîkî dişopînin. Em rêz li bijareya gelê Amerîka digirin û di heman demê de fem dikin ku encamên hilbijartinê li gor qanûn û rêbazên Amerîkî tên dîyar kirin.”

Hêîjayî balkişandinê ye ku berevajîya gelek dewletên cîhanê, ku piştî dîyarbûna encamên pêşbînkirî hefteya borî Biden pîroz kiribû, Çîn û Rûsya bê deng mabûn.

XS
SM
MD
LG