Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Berevaniya Çîn Û Hindistanê Bo Kêmkirina Aloziyên Sinorî Dicivin


New Dalhi- Çîn û Hindistanê roja Şemiyê ragihandin ku li ser kêmkirina nakokiyên li ser sinor lihevhatin, piştî ku wezîrên berevanîyê yên herdu welatan li Moskow civîyan.

Herdu welatan hêzên zêde hinartbûn hêla sinorî ya ku ciyê nakokiyê di navbera herdu welatan da li herêma çiyayên Himalaya, piştî ku li meha Hezîrana borî şer di anvbera hêzên herdu welatan da derketbû, 20 leşkerên Hindistanê hatbûn kuştin, lê Çînê behsa ziyanên giyanî yên leşkerên xwe nekirbû.

Piştî destpêkitrina aloziyan li ser sinorî ji meha Gulana borî, bo yekem care berpirsên herdu welatan rû bi rû tên ba hev.

Wezîrê Berevaniya Hindistanê Rajnath Singh û hevpîşeyê xwe yê Çînî Wei Fenghe di çarçova civînên rêxistina Shanghai ya Hevkariyê da li Moskow civiyan.

Di daxuyaniya wezareta berevaniya Hindistanê da hatiye ku herdu welat gihane lihevhatinekê "Nabe ti aliyek ji herdu aliyan tevgeriyanek yekalî bike ku bibe sedema alozbûna rewşa heyî yan jî bibe sedema aloziyên sinorî."

Herwiha wezîrê berevaniya Çînê Wei jî got, divê em tenhaî û aştiyê xurt bikîn û kar jibo nehêlana aloziyên heyî bikîn, ev yek li gorî raporteke nûçeyî ya derbarê civîna dualî ku wezareta berevaniya Çînê di malpera xwe ya elektronî da weşand ye.

Daxûyanî dibêje"Hindistan berpirsa tame" ji aloziyan niha heyî, herwiha dibêje, Çîn ya rijde serweriya erdê xwe biparêze.

Li aliyek din doh Înê, serokê Amerîka Donald Trump dabû xweya kirin ku Amerîka amadeye derbarê aloziyên sinorî yên li rojavayê çiyayê Himalaya navbeynkariyê di navbera Hindistan û Çînê da bike.

XS
SM
MD
LG