Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Radigihîne ku ji Vîrusa Korona Mirinên Nû Çênebûne


Piştî destpêkirina pandemîya vîrusa korona, Çînê cara yekê ragihand ku ti mirinên nû çênebûne û hejmara bûyerên nû jî kêmtir dibe.

Karbidestên Çînî amadekarî dikin ku li navenda Wuhanê qedexeya derketina kolanan rake, ku vîrus di dawîya meha 12 Berfanbarê de li wê derê derketibû.

Komîsyona Saxlamî ya Netewî ya Çînî da zanîn ku roja Duşemê 32 bûyerên nû hatibûn tomar kirin, ku roja pêştir ew hejmar 39 bû.

Piştî ku komîsyonê di dawîya meha yekê de dest bi weşana daneyên netewî kiriye, paytexta herêma Hubei, Wuhanê ti mirinên nû çênbûn û li cîhên din yên Çînê jî ji 31'ê Adarê heta niha qet mirinên nû nehatine tomar kirin.

Wuhan, ku nîfûsa wê 11 mîlyon e, di du hefteyên borî de tenê du bûyerên nû ragihandine û li bendê ye ku roja Çarşemê destûra derketina ji malê bide rûniştvanan.

Piştî bilindbûna bûyerên pêketina korona di meha Şubatê de, karbidestan giranî dabûn bûyerên tûşbûnê yên ji derve hatine û pêketîyên bê semptomên korona ku her ew vîrus derbazî kesên din dikirin.

Komîsyonê roja Duşemê ragihandibû ku hejmara bûyerên pêketina korona li seranserê Çînê 81,740 e û 3,331 kes jî jiber korona jîyanên xwe hinda kirine.

Komîsyonê da zanîn ku 30 bûyerên nû yên bê semptom hatine tomar kirin ku 9 ji wan rêwîngên ji derve hatine û 18 ji wan bûyeran li Hubei çêbûne.

Piştî vîrus li dinê belav bû Çînê sînorên xwe li ser bîyanîyan girtibûn, lê piranîya haletên ji derve dihatin hemwelatîyên Çînê bûn ku dizivîrin malên xwe.

XS
SM
MD
LG