Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Bergirîya Biryara Derxistina Rojnamevanên Amerîkî Dike


Çînê îro Çarşemê biryara xwe ya derxistina rojnamevanên Amerîkî yên ji sê rojnameyên Amerîka parast û karkirina wan ya li Hong Kongê jî asteng kir.

Çînê da zanîn ku ew tedbîr di çarçoveya nêrînên hikûmeta navendî ya di kar û barê dîplomatîk da hatine girtin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê Geng Shuang jî hişyarî da ku Çîn dê li dijî çapemenî û rojnamevanên Amerîkî li Çînê tedbîrên zêdetir wergire heke Amerîka "xeletîyên xwe serast neke".

“Amerîka got ku hemî opsîyon li ser maseyê ne. Îro, ez jî dikarim ji Amerîkayê ra bêjim ku hemî opsîyon jibo Çînê jî li ser maseyê ne,” Geng di preskonferansekê de got.

Geng got derxistin bersîva kiryarên Amerîkayê ye û ew biryara derxistina rojnamevanan û astengkirina wan ji Hong Kongê, di çarçoveya desthilata dîplomatîk ya Pekînê de ye.

Çînê got ku ew dê nûçegîhanên Amerîkî yên New York Times (NYT.N), News Corp (NWSA.O) Wall Street Journal û Washington Post ku destura wan di dawîya 2020 de diqede der bixe û kesên di bin wê bandorê da nikarin li Hong Kongê jî wekî rojnamevan bixebitin.

Roja Çarşemê sere sibê zû Pekînê ragihand ku derxistina rojnamevanan bertekek e jibo kiryarên Amerîka yên dijî sazîyên çapemenîya Çîne û pevçûna li ser azadîya çapemenîyê di navbera Pekîn û Washingtonê da gur kir.

Meha borî, Washingtonê zorî li fîrmayên çapemenîya devleta Çînê kir ku herwekî balyozxaneyên bîyanî qeyda xwe çêkin.

Paşî hîngî Pekînê sê nûçegihanên Wall Street Journal digel du Amerîkîyan û yek jî Avusturî derxistin ku wan di rojnamê da quncika ramanî ya ku Çîn “mirovê nexweş yê Asyayê” bi nav dikir, dişopandin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG