Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Çînê Xi Bi Serokên Îran Û Îraqê re Derbarê Têkiliyên Dualî Axivî Ye


Serokê Çînê Xi Jinping

Televîzyona fermî ya Çînê ragihand ku serokê Çînê Xi Jinping îro Çarşemê bi Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî re axifîye.

Televîzyonê ji zarê Xi Jinping dîyar kir ku Çîn dê bi Îranê re bi rengekî biryarder peywendîyên dostane pêşve bixe.

Xi Jinping destnîşan kiriye ku di mijarên girêdayî berjewendî û fikarên sereke yên hevûdin de, divê her du alî piştgiriya hev bidomînin

Hevdem, Televîzyona fermî ya Çînê da zanîn ku Xi Jinping îro bi serokê Îraqê Berhem Salih re jî peyivîye.

XS
SM
MD
LG