Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Emê Bersîva Hemî Cezayên Amerîkî Bidin


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Çarşemê got ku ger rêvebirîya Amerîka dijî pêngavên neyênî bavêje, ewê bersîvdana tolhilder bidin.

Çavuşoglu, wek bersîva pirseke ser îhtîmala cezakirina Tirkîyê ya bo kirîna sîstema berevanî ya S-400 ya Rûsî, li Enqerê peyîvî.

Wî ji televîzyona A Haber ya Tirkî re got ku ew, kirîna jetên US F-35 yên Amerîkî jî di nav e, ji hemî bijareyên re vekirî ne.

Amerîka bi tundî dijberîya Tirkîyê kiribû ku ji Rûsya mûşekên S-400 kirîye, bi sedema ku ew sîstem jibo firokên F-35 metirsîyan çêdike.

Tirkîyê îdia kiribû ku kirîna sîstema S-400 tenê jibo berevanîya wê ye û ti xeterî li ser welatekî din çênake.

Tirkîyê di Tîrmehê de beşa yek ya S-400’an ji Rûsya wergirtibû û meha çûyî jî beşa duyê giheştibû wî welatî.

Rêvebirîya Amerîkî heta 31’ê Tîrmehê dem dabû Tirkîyê ku kirîna mûşekan bisekinîne yan rûbirûyê toleyên nû yên aborî, leşkerî û sîyasî bimîne.

Kongresa Amerîkî daxwaz ji Serok Donald Trump dike ku toleyên dijî Tirkîyê bîne nav jîyanê.

XS
SM
MD
LG