Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu, Piştî Kuştina Xaşiqcî Cara Yekê Serdana Erebistana Saudî Dike


Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu piştî ku rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî di 2018'an de li Stenbolê hat kuştin, cara yekê serdana Erebistana Saudî, dike.

Çavuşoğlu bi armanca serastkirina peywendîyên bi Erebistana Saudî re ku jiber kuştina Xaşiqcî gelek xirab bûbûn, dike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê ragihand ku, Wezîr Mevlut Çavuşoglu ewê bi hevpîşeyê xwe yê Saudî, Prens Faysal bîn Ferhan El Saud re bicive û di serdana du-rojî de têkiliyên dualî û pirsgirêkên herêmî gotûbêj bike.

Serdan, piştî zêdebûna alozîyên di navbera her du hêzên herêmî bi sedema kuştina Xaşixçî di hundurê konsolxaneya Qralîyêtê de ji hêla ajanên Saudî ve, serdana yekê ya karbidestekî payebilind yê Tirkîyê ye.

Kuştina Xaşiqcî , alozîya ku jixwe jiber piştgirîya Tirkîyê ya bo rexistina Birayên Misilman hebû, zêde kir ku Rîyad wek rexistinêke terorîst dibîne.

Hevdem, di navbera her du welatan de di derbarê piştvanîya Tirkîyê ya bo Qatarê û ser pirgirêka Lîbyayê lihev nakin.

Serdana Çavuşoglu herwiha gaveke Tirkîyê ye da ku peywendîyên bi welatên Ereb re normal bike ku Tirkîyê di demeke aborîya welat têk diçe, xwe di qada navneteweyî de, îzolekirî dibîne.

Karbidestên payebilind ya Tirkîyê hefteya borî, serdana Qahîreyê kir da ku pêywendîyên bi Misrê re baştir bike.

Pêywendîyên her du welatan ji 2013' an vir ve alozdar e , piştî ku arteşa Misirê serokê welat Mihemed Mursî - îslamîstekî piştgirê Birayên Misilman e- bi darbeyeke leşkerî ji seroktîyê daxist.

Xaşiqcî di 2’yê Cotmeha 2018’an de ketibû avahîya Konsulxaneya Erebistana Saudî ya li Stenbolê û dûre ji wir derneketibû.
Piştre hatibû fehm kirin ku Xaşiqcî di avahîyê de hatiye kuştin, lê termê wî hîn nehatiye dîtin.

Tirkîyê gelek caran banga radestkirina ajanên Saudî kir û sala borî li Tirkiyê, dest bi darizandina du alîkarên berê yê Prensê Cîgir Mihemed Bîn Salman û hemwelatiyên din yên Saudî kir.

Erebistana Saudî jî dijî hilberînên Tirkîyê boykoteke nefermî ragihand û heşt dibistanên Tirk yên li qralîyetê girtin.












XS
SM
MD
LG