Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoğlu Ser Gotinên Macron Bertek Nîşan Da


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ser gotinên Serokomarê Fransa Emmanuel Macron yên dijî Tirkîyê bertek nîşan da.

Çavuşoglu dîyar kir ku Macron ser Tirkîyê ‘’gotinên ji hedê xwe zêdetir’’ kirine.

Wî da zanîn ku gotinên Macron yên dijî Tirkîyê ‘’pûç’’ in.

Macron li Strasbourgê dîyar kiribû ku Tirkîye ser mafên mirovan bi şûn de diçe û bal kişandibû ser rojnamevan û akademîsyenên li wî welatî.

Çavuşoglu got ku ew axaftina Macron dişibîne ‘’dîkê nigên wê di nav gemarê de bang dike’’

XS
SM
MD
LG