Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Çavuşoglu û Pompeo li Sîngaporê Dicivin


Çavuşoglu û Pompeo

AFP’ê ji zarê karbidestên Tirk ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoğlu û hevtayê wî Mike Pompeo dê vê hefteyê kom bibin.

Li ber e ku her du wezîr li Sîngaporê di hilcivîna wezîrên derve yên Yekîtîya Neteweyên Asya Başûrê Rojhilat de bicivin.

Jiber girtîbûna qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, girjîya di navbera Amerîka û Tirkîyê de gur bûye.

Amerîka dide zanîn ku ger Brunson neyê berdan ewê dijî Tirkîyê toleyan ragihînin.

Tirkîye, Brunson bi piştgirîya Fetullah Gulen û PKK’ê tawanbar dike û bo wî 35 sal cezaya girtîgehê dixwaze.

XS
SM
MD
LG