Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Di Êrîşa Kabulê de 12 Endamên Leşkerîya Amerîkî Hatine Kuştin


Pentagon îro Pencşemê ragihand ku di encama du êrîşên xwekujî yên li derveyî firîngeha Kabulê de 12 endamên wê hatine kuştin.

Ajansa Reutersê demeke zûtir ya îro ji zarê karbidestekî Amerîkî got ku li gor agahdarîyên pêşî herî kêm 12 endamên leşkerîya Amerîkî hatine kuştin.

Hejmara kuştiyên sîvîlên Afganî ne dîyar e, lê dîmenên vîdyoyên rojnamevanên Afganî de bi dehan meyt xuya dibin.

Karbidestekî Talîbanê da zanîn ku di êrîşê de tevî zarokekî, herî kêm 13 kes hatine kuştin û 52 kes jî birîndar bûne.

Nexweşxaneyeke ku ji hêla sazîyeke xêrxwazî ya Îtalî ve tê rêvebirin, ragihand ku wan pirtir ji 60 birîndar derman kirine.

Heya niha ti rexistinê berpirsîya peqînan negirtiye ser xwe, lê karbidestên Amerîkî bawe dikin ku êrîş ji alîyê şaxê Dewleta Îslamî ya bi navê DAIŞ-Xorosan, hatiye kirin.

DAIŞ-Xorosan hem dijminê Rojava hem jî yê Talîbanê ye.

Talîbanê êrîşkar bi nav nekir, lê berdevikê wê êrîş mîna karê "derdorên xirab" bi nav kir û got ku piştî derketina tevahîya hêzên biyanî ew wan xirabkaran têk bibin.

Gelek welatên Rojavayî dibêjin ku rizgarkirina sivîlan ya bi rêka firînan bi rengekî eşkere bi dawî bûye.

XS
SM
MD
LG