Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Kujer ya Piştî Rêketinê de 27 Kes li Afganistanê Hatine Kuştin


Di êrîşeke çekdarî ya dijî merasîmeke leşkerî de, herî kêm 27 kes li paytexta Afganistanê, Kabulê hatine kuştin.

Piştî rêketina Amerîka û Talîbanê ya vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistanê, êrîşeke wiha kujer pêk tê.

Talîbanê di daxuyanîyekê de ragihand ku peywendîya wê bi wê êrîşê tuneye û ti çekdarên wê di êrîşê de cîh negirtine.

Jêderên xwecîhî ji Reutersê re got ku sîyasetvanê payabilind yê Afganî Abdullah Abdullah jî beşdarê merasîmê bûbû, lê wî ji êrîşê bi saxî rizgar bû.

Wezareta Saxlemî ya Afganistanê ragihand ku di êrîşê de 55 kesên din jî birîndar bûn, lê hejmara kuştîyan dikare bilindtir be.

Jêderekî NATO jî ji ajansê re got ku pirtir ji 30 kes hatine kuştin, 42 kesên din jî birîndar bûn ki rewşa 20 ji wan kesan giran e.

Serokê Afganistanê di twîtekê êrîş şermezar kir û wek kiryareke dijî mirovahî û yekbûna netewî ya Afganistanê bi nav kir.

XS
SM
MD
LG