Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Eren Keskîn: Di Êrîşeke Çekdarî de 7 Kurd li Tirkîyê Hatine Kuştin


Cîgira Seroktîya Giştî ya Komela Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ragihand ku di êrîşeke çekdarî de 7 kesên ji malbateke Kurd, îro li bajarokê Meram ya Konya hatine kuşti.

Keskîn da zanîn ku ew malbat berê jî bûbû armanca êrîşeke nîjadprestî û di êrîşa kîndarîyê de xanîyê malbatê jî hatiye şewitandin.

Parêzêrê malbatê Abdurrahman Karabulut ji televîzyona Arti TV re got ku muwekîlên wî bi awayekî hovane hatine qir kirin.

Wî da zanîn ku ji qurbanîyan 3 kes jin bûn û tevî hemî hişyarîyên wan hêzên ewlekarîyê endamên malbarê neparastin.

Hesabên Kurdan yên li ser medya civakî jî jiber êrîşê bertekan nîşan didin û didin zanîn ku ew êrîşeke nijadperestî ye.

Malbata Dedeogullarî, ku bi qasî 30 salên berê ji herlma Qersê koçî Konya kiriye, di meha Gulanê de jî rastî êrîşê hatibû û di encamê de ji wan çend kes birîndar bûbûn.

Ji malbatê, Yaşar Dedeogullari, ku îro hat kuştin, di rojên borî de ji medya Kurdî re dabû zanîn ku kesên xwe wek nijadperestên Tirkan nîşan didin, êrîşî wan kirine.

Hêjayî balkişandinê ye, ser lêpirsîna êrîşa meha Gulanê, 6 kes hatibûn girtin û ew dûre hatibûn berdan.

XS
SM
MD
LG