Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîs:Êrîşa Dijî Serokê Berê yê Maldîv Girêdayî Tundrewên Îslamî ye


Dîmeneke ji qada piştî erîşa dijî serokê berê yê Maldîv Mihemed Naşîd, 6 Gulan,2021

Malbata Serokê berê yê Maldîv Mihemed Naşîd îro Şemîyê ragihand ku ew piştî emeliyata rizgarkirina jiyanê hişyar bûye.

"Ez baş im," got Naşîd li gor tweeteke xwişka wî Naşîda Settar.

Hevdem, birayê wî, Îbrahîm Naşîd, got ku doktor bi rewşa başbûna Mihemed Naşîd kêfxweş in.

Naşîd, serokê Partîya Demokrat ya Maldîv û serokê meclîsa niha, roja

Pêncşemê piştî ji mala xwe ya li Male derket jiber teqîna bombeyeke, bi giranî birîndar bû.

Polîs û dozgerîya welat ew teqîn wek êrîşeke terorê binav kirin û îro gotin ku wan du zilamên ku bi tundrewîya Îslamî ve têkildar in jiber teqînê re desteser kirine.

Dozgerê Giştî Hûseyîn Şemîma li ser bûyerê ji rojnamevanna re axifî.

"Ji kesên ku heya niha hatine girtin û agahîyên ku di destê me de hene, pêwendîya tundrewîyê heye," Şemîma got.

Wî da zanîn ku zilamekî sêyan ku bi êrîşê re têkildar e jî hatiye destnîşan kirin, û herwiha polî s bawer dike gelek kesên din jî di plansazî û pêkanîna bombekirinê de cîh girtine.
Tîmê bijîşkî ku Naşîd derman kir roja Şemîyê ji rojnamevanan re ragihandibû ku metalên ku di teqînê de hatine bikar anîn zararek navxweyî ya girîng çêkirîye, lê beşên û damarên sereke yên laşên wî sax mane.
Mihemed Naşîdê serokê yekê yê Maldîvê ye ku bi rêkên demokratîk hatibû hilbijartin û rexnegirek eşkere yê tundrewîya Îslamî ya li welatê giravê yê Sunnî ya Misilman e.

Maldîv bi serîrakirin û alozîyên sîyasî navdar e. Naşîd bi gavek ku ew mîna darbeyê binav dike, di 2012'an de ji seroktîyê hate xistin û hate sirgûn kirin.

Serokê berê Ebdulla Yameen jî, di 2015'an de, piştî teqîna di keştiya wî ya ku sax filitî, ji welar revîya.

Herwiha, di 2007'an de, di encama êrîşeke teqînê ya ku turîstên biyanî kir armanc de 12 kes birîndar bûn, ku milîtanên Îslamîst hatin tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG