Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Hember Cîgirê Serok Afganîstanê de 10 Kes Hatine Kuştin


Dîmenek ji êrîşeke li Kabul, Afganîstanê (Arşîv)

Berdevkê ofîsa cîgirê serokê Afganîstanê Razwan Murad îro Çarşemê ragihand ku êrîşeke bombeyî ya li kêleka rê ya li Kabul cîgirê serokê Afganîstanê Emrullah Salîh hatiye armanc kirin, lê ew sax filitîye.

Wezareta Navxwe ya Afganîstanê jî dîyar kir ku di encama peqîna îro de herî kêm 10 sivîl hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.

"Îro careke din dijminên Afganistanê hewil dan ku zararê bidin Salîh, lê ew serketî nebûn û Salîh bi saxî ji êrîşê rizgar bû," berdevkê ofîsa wî, Razwan Murad ser Facebookê nivîsî.

Murad ji Reuters re got ku êrîşa bombeyî konvoya Salîh armanc kirîye û di encamê de kesên ewlehîya wî di parastin birîndar bûne.

Cîgirê Serokê Afganîstanê Emrullah Salîh piştî êrîşê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî vîdyoyek weşand û dîyar kir ku ew di êrîşê de ji rûyê xwe û destê xwe bi sivikî birîndar bûye.

Talîbanê red kir ti rola wê di êrîşê de heye. Berdevkê wê Zabîhullah Mucahîd li ser Twitterê dîyar kir ku endamên wan beşdarî êrîşê nebûne.

Êrîş berî destpêkirina danûstandinên navbera hikûmeta Afganîstanê û Talîbanê ya li Doha ya paytêxta Qatarê pêk hat.

Hejayê bîrxistinê ye ku sala borî jî dijî serokê berê yê îstixbaratê û du cîgirên serokê Afganîstanê Eşref Ganî jî hewilên kuştinê çêbûbûn, tevî ku ew sax filitîbûn, di êrîşa ser ofîsa Ganî de 20 kes hatibû kuştin.

Yekîtiya Ewrupa û Pakîstan jî di bav de, jimareke hêzên navnetewî êrîş şermezar kir.

XS
SM
MD
LG