Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keçên Êzidî Yên ji DAIŞ'ê Rizgar Bûne Muzîka Xwe Nûjen Dikin


keç û xortên Êzidî muzîkê pêşkeşî Prînsê Cêgir Clarence dikin li mala ya li navenda London
keç û xortên Êzidî muzîkê pêşkeşî Prînsê Cêgir Clarence dikin li mala ya li navenda London

Dema ku li sala 2014an çekdarên tundrê yên DAIŞê êrîşî herêma Êzidiyan kir li bakurê Îraqê, ew hewildanek bû, bo nehêlan û jinavbirina pêkhateya Êzidî, ku pêkhatek etnîkî ya kêmanî ye, ku hezaran sal in, li çiyan dijîn.

Di êrîşa DAIŞê de hezaran jin û zaro hatin revandin û hezaran zilam jî hatin kuştin, armanca DAIŞê jî holê rakirina dîrok û kultura Êzidiyan bû.

Lê niha projek nû ji aliyê saziya AMAR û bi alîkarîya hikûmeta Brîtanî hatîye destpêkirin bi armanca ku xortên Êzidî fêrî muzîka wan ya resen û kevnar bikin û cardî wan li ser wê muzîkê perwerde bikin.

Tê texmîn kirin ku dîroka muzîka Êzidîyan vedigere bû 5000 – 7000 salan, her çende hêjî bi şêweke akademî nehatiye tomarkirin û parastin.

Weha rahatîye ku stiran û kilamên Êzidiyan ji nifşekî bû yê din bi şêweyê zardevî hatîye veguhastin û heta niha nêzî 500 stiran û perçên muzîkê hatine parastin û rizgar kirin.

Saziya AMAR heta niha zêdetirî ji 100 parçên muzîk û starnên taybet yên Êzidiyan tomar kirin, ji wan li Laliş mezargeha pîroz û serekî ya Êzidiyên cîhanê ku li nêz bajarê Duhok û bajaokê Atrûş dimîne li Herêma Kurdistana Îraqê, herwiha AMAR serdana kampên penaber û koçberan kirîye ku niha 10 hezaran Êzidiyên ji fermana DAIŞê rizgar bûne li kampa û gundewarên Duhok, Hewlêr, Silêmanî û Mûsilê dijîn.

Muzîkjenê Kemanê Michael Bochmann kora muzîkê ya xortên Êzidî destek kir û li London çalakiya muzîkê bo wan rêxist, û heta wan muzîka xwe li seraya Şahane li London pêşkeşî Prinsê Cêgir Charles jî kir.

Bochmann dibêje"muzîka Êzidîyan zêde giringe bo zindîmana çanda wan" û texa civakî ya Qawalan wê muzîkê diparêzin û niha tenê 16 ji wan mane.

Xort û keçên Êzidî li ser astromênta Tenbûr û Defê muzîka xwe fêr dibin, di nav da Rênas keça Êzidî heye, ya ku tevî 10 hezaran jin û zarokan bi destên DAIŞê li sala 2014ê hatbûn revandin.

Rênas 14 salî bû dema DAIŞê ew girt bû, sê caran DAIŞê kirîn û firotin li ser wê pêkanî bû kir bû koleya seksî, lê ew sala 2017an ji destên DAIŞ'ê hat rizgar kirin, lê wê keçek hebû, dema malbata wê pare weke serane dabûn çekdarên ku ew revand bû, wî çekdarî red kirk u keça Rênasê bide wê.

Rênas dibêje, muzîk we dike, ku ew wehşiyeta berê ya di dema di nav destên DAIŞê dabû jibîr bike"Ez dixwazim ev alîkarî dom bike, ji ber vî projeyî, me hêvîya xwe hinda nekirîye, eger ku alîkarîma bihê berdewam kirin, emê xwe radestî qederê nekîn".

XS
SM
MD
LG